Zagros TV | NEWS
Deng û Bas

بلندبوونا بەهایێ نەفتێ ل ئه‌مریکا

پشتی کێمبوونا پاشکەتێن نەفتا خاڤ و بەنزینێ ل ئەمریکا و هەروەها پشتی رەوتا داکەتنا بەهایێ دۆلار ل هەمبەر دراڤێن دن یێ جیهانێ، ئەڤرۆ بەهایێ نەفتا خاڤ ل بازارێن جیهانێ گەهشتە ئاستەکی بلندتر ب بەهایێ (135) دۆلارێن ئەمریکی. 

KOSOWA SERXWEBÛNA XWE ÎLAN KIR

PNA - Evroj Serok wezîrê Kosowayê Haşîm Taçî, di parlementoya Kosowayê de serxwebûna welatê xwe îlan kir...

DÎYALA… YANZDEH KESÊN GOMANBAR HATIN GIRTIN

PNA – Jêderek polîsê parêzgeha Dîyalayê ragihan, ku hêzên artêşa Iraqê û hêzên Amerîkayê di operasyonekî hevbeş de li bajarê Beqûbayê 11 kesên gomanbar girtin. Li gor daxuyanîyan van kesên ku hatine girtin hemû jî endamên Qayîdeyê ne...

HUKÛMETA IRAQÊ DÊ SÊ DADGEHAN DABIMEZRÎNE

PNA – Ji bo ku ew kesên ku di dezgehên asayişa Iraqê de ne û bi tawanan radibin sizayên xwe werbigirin, wezareta nêvxweyîya Iraqê dê sê dadgehan li deverên ji hev cuda yên Iraqê dabimezrîne.

SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZÎYA ŞANDEYEKA YEKÎTÎYA EWROPA KIR

PNA – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li bajêrê Selaheddîn pêşwazîya şandeyeka Yekîtîya Ewropa kir. Ev şandeya han jî bi serokatîya Anna Gomesî bû û balyoza Yekîtîya Ewropa li Iraqê Elka Ozîtalo jî di nêv evê şandeyê de bû. Di evê kombûnê de ya ku di nêvbera herdu alîyan de demek dirêj girt, behsa peywendîyên nêvbera hukûmeta Iraqa federal û hukûmeta herêma kurdistanê, pirsa maddeya 140 a destûrî ya Iraqî û çawanîya bi cihanîna wê û rola Neteweyên Yekbûyî ya ji bo bi cihanîna maddeya 140 hat kirin.

Werziş
 
Reklam