|
Kurdistan
2008-02-17 - 18:26
SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ PÊŞWAZÎYA ŞANDEYEKA YEKÎTÎYA EWROPA KIR
PNA – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî li bajêrê Selaheddîn pêşwazîya şandeyeka Yekîtîya Ewropa kir. Ev şandeya han jî bi serokatîya Anna Gomesî bû û balyoza Yekîtîya Ewropa li Iraqê Elka Ozîtalo jî di nêv evê şandeyê de bû. Di evê kombûnê de ya ku di nêvbera herdu alîyan de demek dirêj girt, behsa peywendîyên nêvbera hukûmeta Iraqa federal û hukûmeta herêma kurdistanê, pirsa maddeya 140 a destûrî ya Iraqî û çawanîya bi cihanîna wê û rola Neteweyên Yekbûyî ya ji bo bi cihanîna maddeya 140 hat kirin.
Ev kombûna han doh li bajêrê Selaheddîn hat sazdan û tê de bi giştî behsa rewşa Iraqê û herêma kurdistanê hat kirin û serokê herêma kurdistanê behsa bi cihanîna qonaxên maddeya 140 û egerên li paşxistina wê kir. Serokê herêmê di evî biwarî de tekezî li ser ewê yekê kir, ku li paşxistina evê maddeyê bo şeş mehên din ji xelkên herêma kurdistanê re û ji parliyamenta herêma kurdistanê re ne karekî hêsan bû.
Serokê herêma kurdistanê dupat kir, ku divê ev madde di nêv evan şeş mehan de bi cih bihê, ji ber ku bi cihanîna wê di berjewendîya Iraqê û herêma kurdistanê jî de ye û xizmeta hêminî û aramîya evê deverê dike.
Di evê kombûnê de behsa peywendîyên nêvbera Iraqê û Amerîka, çawanîya rêxistina ewan peywendîyan di ayinde de, rola Yekîtîya Ewropa ya li Iraqê bi giştî û rola YE li herêma kurdistanê bi taybetî hat kirin.
Di evan biwaran jî de, herdu alîyan xweztin ku ev rolên han berfirehtir bibin û karên Yekîtîya Ewropa yên li herêma kurdistanê jî berfirehtir û xurttir bibin. Herweha jî xweztin, ku hevkarîya Yekîtîya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bi herêma kurdistanê re bêtir li ber çavan be.
|